Li Dinyayê 50 milyon kesan ji neçarî koç kirin

Mala Çavdêriyê ya Rewşên Koça Navxweyî (IDMC) diyar kir ku ji ber şer û karesetan di sala 2019’an de 50 milyon kesan koç kirine.

IDMC û Konseya Penaberên Norwecê (NRC) rapora xwe ya salane weşand. Li gorî raporê di sala 2019’an de herî kêm 33,4 milyon kes di welatê de xwe koçî cihekî din kirine. Bi vê re hejmara kesên koç kirine bû 50,8 milyon.

Tê diyarkirin ku hejmara penaberan jî bûye 26 milyon.

Li gorî raporê 24,9 milyon kesan ji ber karesatên xwezayî di nav welatê xwe de ji cihekî koçî cihekî din kirine.

Par jî 8,5 milyon kes ji ber şerên çekdarî yên li 61 welatan, di nav welatê xwe de koçî cihekî din kirine.