Li dijî projeya 'hevkariya sansurê' ya Google'yê bang hate kirin

Saziyên sereke yên mafên mirovan ên navneteweyî, li dijî projeya Google'yê ku dixwaze malpereke lêgerînê ya sansurkirî li Çînê vekebang kirin.

Şîrketa Google ku sala 2010'an bi temamî ji Komara Gel a Çînê vekişiya, da xuyakirin ku ji bo karibe careke din li vî welatî bi rengekî aktîf bixebite, amade ye hin tawîzan bide. Google, di çarçoveya pîvanên sansurê yên rêveberiya Çînê de malpereke lêgerînê bi navê 'Dragonfly' amade kir. Vê yekê rê li ber nerazîbûna gelek saziyan vekir.

Bi projeya Dragonfly re wê Google a ku ji sala 2010'an û vir ve li Çînê girtî yıe, ji nû ve aktîf bibe. Ev malpera lêgerînê di çarçoveya hemû astengî û qedexeyên rêveberiya Çînê de tê amadekirin.

Lê belê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de gelek saziyan hişyarî dan ku ev yek wê bibe 'hevkariya' ji sûcê li dijî fikir û azadiya ramnê. Tevî Rêxistina Efûyê, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) 14 saziyan mohra xwe danîn binê bangawaziyê.

Tevî Google, tê zanîn ku malperên medya civakî Facebook û Twitter jî serî li ber polîtîkayên zordar ên dewletan ditewînin û sansurê li ser bikarhêneran ferz dikin.