Li dijî pasdarên Îranê êrîş: 20 pasdar hatin kuştin- NÛ BÛ

Di êrîşa xwekujî ya li dijî otobuseke ya Hêzên Pasdarên Îranê ya li parêzgerah Sîstan û Belûcistanê ya dikeve Başûrê Rojhilatê Îranê de bi kêmanî 20 pasdar hatin kuştin, 20 jî birîndar bûne. Êrîşê Ceyş Ul Adil li xwe girt.

Êrîş ji aliyê Fermandariya Navendî ya Hêzên Bejahî ya Muhafizên Şoreşê ve bi daxuyaniyekê hate piştrastikrin.

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşa xwekujî ya li dijî hêzên parastina sînor a Îran-Pakistanê de bi kêmanî 20 leşker hatine kuştin, 20 jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin êrîş bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye, Ajansa Fars diyar kir ku êrîş bi bombeyeke li ser rê hatiye danîn pêkhatiye.

ÊRÎŞÊ CEYŞ UL ADIL LI XWE GIRT

Li aliyê din, Ceyş Ul Adil bi daxuyaniyekê ragihand ku wan otobuseke ku Muhafizên Şoreşê kirine hedef û hemû kesên li nava otobusê kuştine.