Li dijî Madûro êrîşa bombeyî pêkhat

Li dijî Serokê Dewleta Venezûela Nîcolas Madûro dema ku di merasîma leşkerî ya li navenda paytext Caracas êrîşeke bombeyî pêk hat. Madûro bêyî ku birîndar bibe rizgar bû.

Li paytext Caracas li dijî Serokê Dewleta Venezûela Nîcolas Madûro êrîşeke bombeyî pêk hat.

Hate diyarkirin ku êrîş bi droneke ku tijî bombe lê hatibû barkirin, pêk hat. Wezîrê Ragihandinê yê Venezûelayê ragihand ku di êrîşê de Madûro birîndar nebûye û 7 leşker birîndar bûne.

Wezîr got; “Êrîş li dijî Serok Madûro pêk hatiye’. Piştî êrîşê Madûro axaftina xwe ya di merasîma leşkerî de qut kir.

Wezîrê Ragihandinê yê Venezûelayê got êrîşek bi dronê ku bombe lê hatibû bicihkirin li nêzî herêma ku serokê dewletê lê bû û êrîşa din jî bi dronê li nava leşkeran de pêk hat.

Wezîr got dronek li nava Muhafizkarên Netewî yên Bolîvya hate teqandin û 7 kes birîndar bûn.