Li Derya Spî bi dehan koçber winda bûn
Li peravên Maltayê keştiyek ji 260 koçberî winda bû û agahî jê nayê girtin. Hikumet bêdeng in. Saziyên navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl bi fikar in.
Li peravên Maltayê keştiyek ji 260 koçberî winda bû û agahî jê nayê girtin. Hikumet bêdeng in. Saziyên navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl bi fikar in.
Li ser nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl, Frontex a ku bi kontrolkirina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê berpirsyar e, sibeha Duşemê ragihand ku wê balafireke xwe ji bo lêgerînê rake.
Li gorî Frontexê diyar kir, keştiya ku qala wê tê kirin yek ji çar keştiyan e ku rojên În û Şemiyê hatine tespîtkirin.
Frontexê ragihand, di vê mijarê de wan agahî dan rayedarên Îtalya, Malta, Lîbya û Tûnisê.
Rêxistina civakî ya sivîl a Elman Sea-Watch beriya niha ragihand ku yek ji çar keştiyan noqî binê avê bûye. Saziyê diyar kir, "Rayedar hemû pê zanin, lê belê tu ji wan ji bo alîkariyê neketin nava liv û tevgerê. Dihêlin ku mirov bimirin."
Rêxistina civakî ya sivîl roja Şemiyê hişyar kiribû ku boteke lastîkî di rewşeke tengav de ye. Agahî hate dayin ku li ser botê 260 koçber hene.
Rayedarên Malta û yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedane.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî fikarên xwe anîn ziman. Berdevka UNHCR a Îtalyayî Carlotta Samî got, "Em gelekî bi fikar in" û diyar kir, ku hîn agahî ji rayedaran negirtine ku keştî binav bûye yan na.