Li Derya Spî agahiyên li ser mirina koçberan zêde bûn

Bi hatina biharê re pêla koçberiyê ya di ser Derya Spî re û agahiyên li ser mirina mirovan zêde bûn.

Li Derya Spî tenê di nava 10 salên dawî de zêdeyî 20 hezar koçberî jiyana xwe ji dest dan. Karê bazirganên mirovan bi hatina biharê re zêde bû. Lê belê ji ber ku bendergehên Îtalya û Malta ji ber vîrûsa koronayê girtî ne, agahiyên mirina koçberan jî zêde bûn.

Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penabern a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) herî kêm 5 koçberên ji Lîbyayê bi rê ketin li Derya Spî xeniqîn. Li gorî daxuyaniyê, jin û zarok jî di nav de 51 koçberên li keştiyeke bazirganiyê jî hatin rizgarkirin. Hate ragihandin ku koçber radestî wezîfedarên ewlekariya peravê yên Lîbyayê hatine kirin û li paytext Trablûsê sewqî navenda komkirinê hatine kirin.

ÎTALYAYÊ Û MALTAYÊ BENDERGEHÊN XWE GIRTIBÛN

Tê texmînkirin ku hejmara koçberên ji Lîbyayê bi rê dikevin wê zêde bibe. Îtalya û Maltayê ji ber şewba vîrûsa koronayê bendergehên xwe girtine, lewma fikar zêde ne.

Lîbya ku di sala 2011'an de şerê navxweyî lê dest pê kir û hîn didome, veguheriye navenda çeteyan ên ku mirovan direvînin Ewropayê.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), di navbera salên 2014 û 2018'an de nêzî 17 hezar koçberî li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê ev hejmar tenê ew hejmara ku ji kesên rizgar bûne hatiye wergirtin. Tê zanîn ku gelek bûyerên binavbûna bot û keştiyan nehatine qeydkirin.