Li Chîcago şer: 5 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn

Li bajarê Chîcago yê DYA ku bi nifûsa xwe welatê 3’emîn yê mezin e, di navbera çeteyan de şer derket herî kêm 5 kes mirin zarok jî di nav de dehan kes birîndar bûn. 

Li Chîcagoyê şeva Şemiyê dengê çekan bilind bû. Di êrîşê de  gelek kom hatin hedefkirin. Bi giştî bi ser 45 kesan re gule hate barandin. 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nava kesên birîndar bûyîn de zarokekî 11 salî jî heye.

Berpirsê polîsê Chîcago Fred Waller got; “Ev şîddet nayê qebûlkirin.”

Sala 2016’an li Chîcagoyê di nava 20 salên dawî de sala herî zêde cinayet lê çêbûye. Li gorî Waller ji serê salê ve rêjeya êrîşan de sedî 30 kêmbûn heye û rêjeya cinayetan jî sedî 25 kêm bûye. Waller got li kolanan dest danîne ser 5500 çekên derveyî qanûnan.