Li Cezaîrê gel kuçeyan bernade

Li Cezaîrê bi sed hezaran kes ji bo ku Evdilezîz Buteflîka desthilatê berde, Înê dîsa derketin kolanan.

Li gel şiliyê jî nexasim li paytexta Cezaîrê girseyeke mezin helwesta xwe nîşan da. Hate diyarkirin bi sed hezaran kes tevlî meşa li mîtîngê bûn.

Evdilezîz Buteflîka ê 82 salî, ji 1999'an ve li ser desthilatê ye. Piştî zexta kuçeyan got, ew ê  cara 5'an nebe namzet lê îstîfa nekir.

Buteflîka dibêje heta ku Destûreke nû were qebûl kirin, ew dixwaze vê pêvajoyê rê ve bibe. Hilbijartinên ku 18'ê Nîsanê taloqî demeke nediyar bûne.

Xwepêşandanên şermezarkirinê ev nêzîkî mehekê ye didome. Înê, ji 48 bajaran li 42'yê wan çalakiyên şermezarkirinê hebûn.

Çalakger ne ku tenê dixwazin Buteflîka biçe, dixwazin pergal jî biguhere. Ango komara duyemîn dixwazin.