Li Brukselê 70 hezar kes ji bo avhewayê meşiyan

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi deh hezaran kes ji bo parastina avhewayê ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan.

Meş li Gare du Nord saet 14:00’an dest pê kir. Li gorî texmînên polîsan ên destpêkê 70 hezar kes beşdar bûn. Tê payîn ku hejmara beşdaran hê zêdetir e:

Meş li ser banga Act for Clîmate Jûstîce pêk hat. Girseya gel daxwaza “yasaya avheweyê ya adilan e û girêder” kir.

Kesên beşdarî meşê bûyîn saet 15:00’an beşdarî mîtînga ku ji aliyê Rîse For Clîmate Belgîûm a li Qada Luxemboûrg a li pêşiya Parlamentoyê bûn. Ji ber meşa bi deh hezaran gelek rê û tunel ji trafîkê re hatin girtin.

Di salên dawî de li gelek cihan ji bo avhewayê çalakî hatin kirin. Ji Îlona 2018’an ve çalakiyên hemwext bal kişand.

Li Brukselê beşdarbûna çalakiyan destpêkê kêm bû û êdî bi deh hezaran kes li hev kom dibin. Di meşa 2’ê Kanûna 2018’an de a ji bo avhewayê li gorî polîsan 65 hezar kes beşdar bûn.

Di çalakiya serê meha Çile ya xwendekaran de 12 hezar û 500 kes, di çalakiya 24’ê Çile ya di çalakiya xwendekaran de herî kêm 35 hezar kes beşdar bûbûn.