Li Brezîlyayê milyonek zarok bi qaçaxî dixebitin

Li gorî raporeke fermî ya ku li Brezîlyayê hate weşandin nêzî milyonek zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 17’an de ye bi qaçaxî dixebitin. Ev rewş ya sala 2016’an e.

Di rapora Enstîtuya Erdnîgarî û Îstatîstîkan de tê diyarkirin ku 998 hezar zarok bi qaçaxî dixebitin.

Li welat bi giştî jî milyonek û 800 hezar zarok dixebitin.

Li Brezîlyayê piştî 14 saliyê zarok dikarin dest bi xebatê bikin.

Di 16 saliya xwe de jî ji xeynîk karên xeternak û şertên xerab, bi peymanên konvasiyonel dikarin bixebitin.

 190 hezar zarokên ku îllegal dixebitin, temenê wan ji 14’an hindiktir e.

Karkeriya zarokên qaçax herî zêde di sektora çandiniyê de tê dîtin. Ji sedî 46,7’ê van zarokan di vê sektorê de dixebitin. Temenê wan jî di navbera 5-13’an de ye.

Zarok piranî ji bo alîkariya malbata xwe dixebitin. Di raporê de tê diyarkirin ku ji sedî 64,1’ê zarokan reşik an jî melez in.