Li Berwarî û Kanî Masî zextên PDK'ê zêde bûn

PDK zextên xwe yên li Berwarî û Kanî Masiyê zêde kirin, PDK nehêle ku gel biçe ser erd û bexçayên xwe.

PDK her ku diçe zext û zordariya li ser Berwarî û Kanî Masiyê zêdetir dike, van rojên dawî PDK'ê li herêmê 3 cihên kontrolê danîn, hêzên nû bi ser herêmê de şandin. PDK qîma xwe bi vê jî neanî herî dawî nahêle ku gelê herêmê bi rehetî biçe ser erd û zevî û baxçeyên xwe.

Li gorî agahiyên xwecih hêzên PDK'ê hemû wesayitên sivîl kontrol dike, demeke dirêj wan dide sekinandin. PDk her wiha nahêle ku gel biçe ser erd û zeviyên xwe, li Kanî Masiyê ji saet 7'ên êvarî heta bi 7'ê sibehê çûnûhatin qedexe kiriye.

Gelê herêmê dibêje saetên navborî balafirên keşfê yên Tirk li ser herêmê difirin, biryara qedexeyê encama hevkariya PDK û dewleta Tirk e. K.F yê ji Berwarî helwesta diyar kir zext û zordariyên PDK'ê van demên dawî zêde bûne.

K.F diyar kir kirinên dawî yên PDK'ê li herêmê rê li rageşiyê vedike û got, ''Em PDK'ê ku ne tenê dijî gerîla li dijî gelê herêmê jî siyaseta neçê dike, şermezar dikin. Tiştekî jê normaltir nîne ku li ser xaka xwe bi rehetî biçin û bên, lê PDK vê asteng dike.''

Kesê navborî li ser îdîaya, ''PKK nahêle gelê herêmê biçe ser xaka'' , got ev ne rast e, neheqiyek tê kirin û got, ''Ji ber ku ya ku nahêle em li ser xaka xwe biçin û bên PDK bixwe ye. Heke PDK wiha bidomîne, wê helwesta gel tund bibe û protestoyên girseyî bibin.''