Li Belçîkayê sînordarkirin heta nîvê Gulanê wê bidomin

Li Belçîkayê ku ji 17'ê Adarê û vir ve derketine derve hatiye sînordarkirin, qonax bi qonax heta bi 11'ê Gulanê û 18'ê Gulanê hate dirêjkirin.

Derbarê mijarê SerokwezîrA Belçîkayê Sophîe Wîlmes got leza berbelavbûnê ya Covîd-19'ê ku heta niha bûye sedema mirina 6 hezar û 700 mirovî hatiye kêmkirin.

Li gel ku leza zêdebûnê ya hijmara weqayan kêm bûye jî Sophîe Wîlmes got rewş hesas e û diyar kir sînordarkirinên ji 17'ê Adarê û vir ve didomin divê bidome.

Wilmes got sînordarkirinên derketina derve heta 11'ê Gulanê wê bidomin û piştî 18'ê Gulanê wê gav bi gav were rakirin.

DIBISTAN WÊ BI PARÇE PARÇE VEBIN

Li gorî biryara ku hikûmeta Belçîkayê dayî dibistanên li welêt wê beş bi beş werin vekirin. Dersên dibistana seratayî heta dawiya Gulanê wê venebin, li dibistanên din jî li gorî dersan an jî giringiya azmûnan wê ders werin dayin. Di ser pola dawî ya dibistana seratayî û ya pola pêşî ya dibistana navîn xwendekar li gorî ders an jî rewşa dê û bavên wan wê dersê bistînin.
Her wiha hem xwendekar û hem mamoste wê mecbûr bin ku maskeyê bidin ber devê xwe.

Li Belçîkayê ku nifûsa wê 115 milyon e, heta îşev 6 hezar 670 kes ji ber Covîd-19'ê mirine. Belçîka di serê wan welatan de ku li gorî rêjeya nifûsê herî pir mirov lê mirine.