Li Belçîkayê greva giştî jiyan rawestand

Li Belçîkayê bi banga sê sendîkayên mezin di sektora taybet û cameweriyê de li tevahiya welêt grev çêbû. Ji ber sedema ku grev bandor li hemû sektoran kir, jiyan rawestiya.

Li Belçîkayê ji ber sedema greva bi daxwaze mehmiza baştir, zêdekirina alîkariya malnişîniyê û sosyal û şertên baştir ên piştî kariyerê, çûnûhatina hewayî rawestiya, gihandina giştî asteng bû, gelek çalakiyên blokajê hatin kirin.


Grevê bandor li saziyên îdarî, postexane, dibistan, nexweşxane, navendên berhevkirina avêtekan kir. Grevê di serî de li Brûkselê bandoreke zêde li gihandina giştî kir.

Şîrketa gihandina hewayî Skeyesê Sêşemê gotibû ew ê bi ti awayî di gihandina hewayî de destûrê nedin ku balafir rabin û dakevin. Tenê destûr dane rabûna balafirên girêdayî hikûmetê û rewşên lezgîn.

Grev her wiha wê bandorê li civîna NATO'yê jî bike, ku plansaziya wê tê kirin Çarşem û Pêrşemê wezîrên berevaniyê yên 29 welatên NATO'yê werin cem hev. Tê gotin, dibe ku hin wezîr negihin ser destpêka civînê.

Li tevahiya welêt gelek çalakiyên blokajê hene. Greva giştî beriya niha Kanûna 2014'an çêbûbû.