Li Bayernê têkçûna dîrokî ya muhafazakaran!

Li eyaleta Bayern a Elmanyayê îro hilbijartin pêk hat û li gorî encamên destpêkê rêveberiya eyaletê piştî 60 salan partiya muhafazakaran CSU’ê têkçûneke dîrokî girt.

Li eyaleta Bayernê ku yek ji eyaleta herî mezin a Elmanyayê ye û nêzî 10 mîlyon hilbijêran ji bo hilbijartina meclîsa nû ya eyaletê dengê xwe dan. Di vê hilbijartina ku 600 hezar dengdêran cara yekem dengê xwe da, rêja tevlîbûna hilbijartinê ji sala 2013’an bihurî û gihişte ji sedî 72’an.

Li gorî daneyên destpêkê ku televîzyona ZDF’ê parve kirî, dengên partiya CSU’yê di 35,3’an de ma. Li gorî hilbajartinên borî dengên CSU’ê ji sedî 12 ma lê partiya Keskan ji sedî 18.5’ê dengan girtin û di hilbijartinê de bû partiya duyemîn.

PARTIYA ÇEP JI BENDÊ NEBIHURÎ

Li gorî daneyên destpêkê rêjaya dengê partiyên din wiha ye: Partiya Hilbijêrên Azad (Freie Wähler) ji sedî 11,6, Ji Bo Elmanyayê Alternatîf (AfD) ji sedî 10,9, partiya Sosyal Demokrat(SPD) ji sedî 9,9, Partiya Demokratên Azad (FDP) ji sedî 5.

Ligel CSU’yê hevparê hikûmeta federal a serokwezirtiya wê Merkel dike, SPD’ê derdorê ji sedî 10 deng winda kirin.