Li Bayernê dibe ku Partiya Çep hevsengê biguherîne

Li Eyaleta Bayern a Elmanyayê îro hilbijartin tê kirin. CSU ev 60 sal e bi tena serê xwe Eyaletê bi rê ve dibe û îhtimalek mezin wê dîsan bi ser bikeve, dibe ku Partiya Çep jî benda sedî 5 derbas bike.

Li Eyaleta Bayernê Partiya Yekîtiya Xirîstiyanên Sosyal (CSU) ku birayê partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ya Serokwezîr Merkel e, ev 60 sal in desthilatdar. CSU ya ku li eyaleta Bayernê bi rêxistinkirî ji bo wan rojeke gelek girîng e.

Îhtimalek mezin heye ku dîsan partiya muhafazakar carek din bi tena serê xwe bibe desthilatdar.

Li gorî anketên dawî partiya CSU ku di hilbijartinên 2013’an de sedî 47 deng girtibû, wê di van hilbijartinan de rêjeya dengê wan sedî 34 derbas neke. Tê diyarkirin ku gotinên nîjadperestî yê lîderê CSU Horst Seehoger ku di hikumeta Merkel de Wezîrê Karê Navxweye dengê ji bo partiyê kêm kiriye. CSU jî di mîtîngên hilbijartinên de li cihê serokwezîr Merkel serokwezîrê Avûstûrya Sebastîan Kûrz vexwendibû mîtîngan.

Li gorî anketa televîzyona ZDF partiya surpîz a hilbijartinan Partiya Keskan e. Tê payîn ku rêjeya dengê Keskan ji sedî 8 bibe sedî 19. Di heman demê de partiya Ji bo Elmanya Altertatîf (AFD) ku partiyek zêde rastgir e sedî 10 deng bistîne û beşdarî meclîsa li Bayernê bibe.

WÊ PARTIYA ÇEP BENDÊ DERBAS BIKE GELO?

Li Bayernê çavê hemû kesan li Partiya Çep e. Tê diyarkirin ku wê Partiya Çep ku rêjeya dengê wê berî sedî 2 bû vê carê sedî 5 bistîne û benda hilbijartinê derbas bike, beşdarî meclîsê bibe. Anketên dawî rêjeya dengê Partiya Çep sedî 4 didin nîşandan.