Li Başûrê Sûdanê agirbest hate îlankirin

Li Başûrê Sûdanê di nava 72 saetan de agirbest hate îlankirin û tê payîn ku agirbest daîmî be.

Serokê dewleta Başûrê Sûdanê Salva Kîîr îro bi mûxalîf Rîek Machar re civiya û di encama civînê de agirbesteke ku di nava 72 saetan bikeve meriyetê û tê payîn ku daîmî be hate îlan kirin.

Berpisê Dîplomasiya Başûrê Sûdanê Al-Dîrdîrî Mûhammed Ahmed ragihand ku biryara agirbestî di encama hevdîtinên dirêj yên di navbera herdû aliyan de hate girtin.

Piştî hevdîtinê  ‘deklerasyona Khartoûm’ bi beşdarbûna Serokê Dewleta Sûdan Omer El-Beşîr bi merasîmekê hate îmzekirin.