Li başûrê Fîlîpînê ji ber teqînê 2 kes mirin
Li eyaleta Sûltan Kûdarat a li başûrê Fîlîpînê, di dema festîvalekê de teqînek pêk hat. 2 kes ji ber teqînê mirin, 37 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Sûltan Kûdarat a li başûrê Fîlîpînê, di dema festîvalekê de teqînek pêk hat. 2 kes ji ber teqînê mirin, 37 kes jî birîndar bûn.
Teqîn li bajarê Îsûlanê pêk hat. Hate ragihandin, bombeya li binê motorsîkletekê hatibû bicihkirin teqiya.
Polîsan dest bi lêpirsînê kirin. Heta niha kesî berpirsyariya çalakiyê li xwe negirtiye.
Berdevkekî leşkerî got, ew ji komeke ser bi çeteyên DAÎŞ'ê bi guman in ku êrîş kiribe.
Eyaleta Sûltan Kûdarat li girava Mîndanao ye ku qanûnên leşkerî lê serdest e.