Li Barselonayê bi hezaran kes derketin kuçeyan

Li Barselona ya herêma xweser Katalonya ya Spanyayê bi hezaran kesên alîgirê serxwebûnê derketine kuçeyan û zexta polîsan a beriya bi salekê protesto kirin.

Li Katalonyayê beriya referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmeha 2017'an bi 10 rojan, ji ber sedema salvegera zextên polîsan û destgîrkrinan çalakiyeke protestoyê hate kirin.

Pêrcşembê bi hezaran kes derketin kuçeyên Barselonayê û wêneyên serxwebûnxwazên girtî hilgirtin.

20'ê Îlona 2017'an polîsan bi ser wezîrên Katalan de girtibû û gelek rayedar destgîr kiribûn. Li gel vê jî nekarîbûn referandûma 1'ê Cotmehê asteng bikin.

Serokê berdest ê Katalonyayê Quîm Torra û serokê parlamenetoya herêmî Roger Torrent tevlî çalakiya li Barselonayê bû û xwest ku rêveberên girtî werin berdan.

11'ê Îlonê milyonek kes bi wesîleyan cejna neteweyî ya Katalan derketibûn kolanan û xwestibûn ku rêveberên girtî werin berdan. Vê xwepêşandana mezin li dijî zext û qedexekariya rêveberiya navendî nîşan da ku hêza serxwebûnxwaz hê jî xurt e.

Herêma xweser payiza 2017'an bûbû navenda krîzeke mezin. Bi pêşengiya Serokê wê demê yê Katalan Carles Puîgdemont 1'ê Cotmehê referanûma serxwebûnê hatibû kirin û li gel astengiyên hikûmeta navendî jî bi rêjeyeke bilind hatibû qebûlkirin.

Piştî referandûmê dema ku Parlamentoya Katalonyayê 27'ê Cotmeha 2017'an bi yek alî serxwebûn ragihandibû hikûmeta navendî ya muhafazakar parlamento û hikûmeta Katalan fesh kiribû, herêm kiribû bin wesayetê û rayedar girtibû. Puîgdemont jî di nav de gelek kes neçar man ku biçin sirgûnê.