Li Bangladeşê protesto: 174 kes mirin, nêzî 2.500 kes hatin binçavkirin

Li Bangladeşê di çalakiyên protestoyî yên hatine lidarxistin de, herî kêm 174 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 2.500 kes jî hatin binçavkirin.

Tevgera xwendekarên li pişt xwepêşandanên li dijî kotaya wergirtina kar, ji bo 48 saetan çalakiyên xwe rawestand û lîderê tevgera xwendekaran ragihand, “tevî ku ev qas xwîn jî hate rijandin, em reformê naxwazin.”

Li welatê Bangladeşê qedexeya derketina derve hate îlankirin û leşkeran li bajaran dest bi dewriyeyê kirin. Artêşê ragihand ku ji şeva Duşemê ve “sîstem bi rêkûpêk jinûve hate pêkanîn.”

Di çalakiyên protestoyî de, polîs jî di nav de herî kêm 174 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piranî li paytexta Dakka’yê, li giştî welêt 2.500 kes hatin binçavkirin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta Bangladeşê li dijî çalakvanan artêş wezîfedar kiriye, li ku derê dibînin gule lê direşînin û xizmetên înternet û mobîl qepat kiriye.