Li Bangladeş û Hindistanê lehî rabû

Li Hindistanê di 24 saetên dawî de ji ber lehiyê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, têkiliya bi bajarê Sylhet ê li bakurê rojhilatê Bangladeşê jî hema bêje bi temamî qut bûye.

Li gorî rojnameya Daîly Star, rewşa bajarê Sylhetê xirabe û her ku diçe xirabtir dibe. Di nûçeya li ser karesata lehiyê de hat gotin, “Bi qasê xuya dibe ji bo Sylhet ti nîşaneyên başbûnê nînin.”

Bajarê ku nifûsa wê 500 hezar e dikeve bakurê rojhilatê welat. Bajar vê hefteyê rastî lehiyeke dijwar hat. Ji roja Înê û vir ve birûskên ku bi bayê zêde pê re çêdibin 21 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyekê ve ku bi deh hezaran malbat bê mal man, tê payîn ku li Sylhet û navçeya wê Sûnamganjê barîna baranê bidome.

Hindistana cîran jî bi giranî ji barîna baranê bandor bû. Li eyaleta Assamê li 4 hezar gundan nêzî 2 milyon xanî di bin avê de man. Li gorî rojnameya Tîmes of Îndîa, li herêmê di nava 24 saetan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 jê zarok 8 kes jî winda bûne.