Li Atînayê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêber Apo hat danasîn

Li paytexta Yewnanistan Atînayê danasîna pirtûka Rêber Apo ya “Sosyolojiya Azadiyê” hat kirin.

Danasîna fikir û ramanên Rêber Apo ya bi gelên cîhanê re didome. Pirtûka bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêber Apo ya ku wergerî Yewnanî hat kirin, li paytext Atînayê gihîşt ber destê xwîneran.

Danasîna pirtûka Rêber Apo li Komeleya Rojnamegeran a Atînayê hat kirin. Wergervanê pirtûkên Rêber Apo Reimar Heider, Xwediyê Weşanxaneya Stasî Spiros Koruklis, Lêkolînera Zanîngeha Peloponiso Katia Zagoritou beşdar bûn û Profesor John Holloway ê ji Zanîngeha Puebla ya Meksîkayê bi rêya înternetê beşdar bû.
Li gel axaftvanan gelek rewşenbîr û nivîskar jî di danasînê de amade bûn.

Civaknas û Fîlozofê Îrlandî John Holloway pêşgotina pirtûka 451 rûpelî nivîsî.
Pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” ji aliyê Basilis Manolas wergerî Yewnanî hatiye kirin û bi hevkariya Weşanên Meyman û Weşanên Stasî derket.