Li Amsterdamê êrîşa bi kêrê: 2 kes birîndar bûn
Polîsên Hollandayê ragihandin ku li gara trenê ya Amsterdamê bi kêrê êrîşek hatiye kirin û 2 kes birîndar bûne.
Polîsên Hollandayê ragihandin ku li gara trenê ya Amsterdamê bi kêrê êrîşek hatiye kirin û 2 kes birîndar bûne.
Polîsên Hollandayê bi rêya twîtterê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Li gara Amsterdam-Centralê piştî bûyereke bi kêrê, polîs gule berda kesekî gumanbar."
Polîsan ragihandin ku piştî demeke kin gar hatiye girtin û 2 birîndar û êrîşkar rakirine nexweşxaneyê. Li ser bûyerê hîn agahiyeke berfireh nehatiye dayin.