Li aliyekî xizanî li aliyekî jî metirsiya vîrûsê

Welatên cîhanê hewl didin pêşî li belavbûna pandemiya Covîd-19 bigirin, lê li gelek welatan ji ber nebûna xwarinê tevdîrên karantînayê pêk nayên.

Ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa korona ya nû Covîd-19, li welatên ku zêdeyî nîvê nifûsa cîhanê lê ne derketina derve qedexe ye û gelek astengî li nava jiyanê hatine ferzkirin. Lê belê ev tevdîrên hatine wergirtin bi taybetî li welatên xizan nikarin pêk werin. Ev deverên ku xela lê hene rîska belavbûna vîrûsê zêde dikin.

LI EKVATORÊ LI TAXÊN EFRÎKAYÎ LÊ NE RÎSK ZÊDE DIBE

Li Ekvatorê ku welatekî li Başûrê Emerîkayê ye û heta niha zêdeyî 7 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketine, vîrûs bi taybetî gefê li bajar û taxên xizan dixwe. Heta niha herî kêm 355 kesî jiyana xwe ji dest dane.

72 ji sedî yê nexweş û qurbaniyên ji ber vîrûsê li eyaleta Gûayas e ku paytext Gûayaqûîl jî lê ye. Li bajarê Gûayaqûîlê ku li qiraxa Okyanûsa Pasîfîk e, li taxên xizan rewş bi fikar e. Li taxa Nîgerîa ya bajêr ku bi giranî şêniyên xwe Efrîkayî ne, tê îdîakirin ku hîn nexweşek nehatiye tespîtkirin, lê belê ji ber qedexeya derketina derve pirsgirêkeke giran a xwarinê heye.

Yek ji pirsgirêkên cihê fikaran e, pêkneanîna qedexeya derketina derve ye ku şêniyên herêmê ji ber xizaniyê dadikevin kolanan. Her wiha tê gotin ku tundiya hêzên ewlekariyê ya li dijî gel zêde bûye.

LI EFRÎKAYA BAŞÛR XWEPÊŞANDAN Û ŞER

Li Efrîkaya Başûr bi taybetî li bajarên mezin, li taxên xizanan xwepêşandan tên lidarxistin. Li taxa Mîtchells Plaîn a li bajarê Capê, ji ber nebûna xwarinê mirov daketin kolanan. Polîsan li dijî wan bombeyên çavan dişewitîne û fîşekên plastîk bi kar anîn û bi vî rengî ji hev belav kirin.

Li gelek bajarên welêt xwepêşandan tên lidarxistin û negihîştina koliyên alîkariyê yên dewletê yan jî rêveberiyên xwecihî şermezar dikin.