Li Afganistanê 3 leşkerên NATO’yê mirin

Li Afganistanê di encama êrîşeke xwekujî de 3 leşkerên NATO’yê mirin.

Li Afganistanê dema ku leşkerên NATO’yê bi artêşa Afgan re dewriye digeriya êrîşeke xwekujî pêk hat. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 leşkerên NATO’yê mirin e. NATO’yê têkildarî bûyerê daxuyanî da û wihat got; “Di encama êrîşeke xwekuj de 3 leşkerên mîsyona Desteka Bibiryar roja 5’ê Tebaxê li rojhilatê Afganistanê dema bi artêşa Afgan re dewriya hevpar digeriyan mirin e."

Diyar bû di êrîşê de leşkerekî NATO yê Amerîkayê û 2 leşkerên Afgan jî birîndar bûne.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Talîbanan êrîş li xwe girtiye.