Li Afganistanê 2 êrîşên xwekujî: 29 kes mirin, 81 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Gardez yê eyalaeta Paktîa yê Afganistanê 2 êrîşên xwekujî pêkhat û di encamê de 29 kes mirin, herî kêm 81 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Gardez ê Afganistanê 2 êrîşên xwekukî pêkhat û li gorî agahiyên destpêkê 29 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Êrîş li nêzî mizgefta Şîî pêkhat.

Tê diyarkirin ku êrîşkaran cilên jinan lixwe kirine û bombeyên li xwe pêçandî teqandine.

Şefê polîsan daxuyanî da û wiha got; “Êrîşkar zilam bûn û cilên jinan li xwe kirîbûn. Teqemenî û çekên wan yên otomatîk hebûn.” General Raz Mûhammed Mondaoaî jî wiha got; “Destpêkê li mizgeftê bi çekên otomatîk êrîşî mirovan kirin, piştre jî bombe teqandin.”