Li Ûkraynayê agir bi daristanê ket: Nêzî Çernobîlê bû
Şewata li nêzî Çernobîlê ber bi qada maddeyên radyoaktîf ve diçe.
Şewata li nêzî Çernobîlê ber bi qada maddeyên radyoaktîf ve diçe.
Li gorî Wezareta Rewşên Lezgîn a Ûkraynayê heta niha li 27 hezar cihan agir bi daristanê ketine û 20 hezar hektar daristan bûye xwelî. Ji ber vê şewatê Çernobîl jî di bin xetereyê de ye ya ku di sala 1986’an de karesateke nukleer lê pêk hatibû.
Li gorî wezareta şewat bi qasî kîlometre û nîvek nêzî santrala kevn a nukleer bûye. Hê jî b rêjeyeke bilind radyoaktîvîte tê dîtin. Tê diyarkirin ku bajarê Prîpîyatê jî di bin rîskê de ye ya ku 30 sal in bajarekî mirî ye.
Tê diyarkirin ku ji ber şewata daristanê Kîev li dinyayê bûye bajarê ku hewaya wê herî qirêj e.