Li Îsraîlê krîza hikumetê: Heta sibe bi şev dem hate dayin
Li Îsraîlê ku du sal in ji ber avanebûna hikumetê krîza herî demdirêj a siyasî heye, ji lîderên her du partiyên mezin re heta sibe bi şev dem hate dayin.
Li Îsraîlê ku du sal in ji ber avanebûna hikumetê krîza herî demdirêj a siyasî heye, ji lîderên her du partiyên mezin re heta sibe bi şev dem hate dayin.
Ji hilbijartinên giştî yên Îsraîlê û vir ve ku Nîsana par hate kirin, du hilbijartinên pêşwext pêk hatin. Di her du hilbijartinan de partiyên sereke Lîkûd û Tifaqa Şîn-Spî nêzî hev deng standibûn. Ji ber ku her du partiyan tevî hevparên xwe nekarîn piraniya parlamenterên li Knesset a ji 120 kursiyî werbigirin, hikumeta koalîsyonê ava nabe.
Hilbijartina dawî ya sê hilbijartinên vê dawiyê meha derbasbûyî hate kirin. Wezîfeya avakirina hikumetê heta doh bi şev ji lîderê Tifaqa Şîn-Spî Benyamîn Gantz re hatibû dayin. Lê belê Gantz û Benyamîn Netanyahû heta niha li hev nekirine.
SEROKKOMAR HETA 48 SAETAN DEWAM NAS KIR
Ji ber ku hevdîtinên li ser avakirina koalîsyonê di dema qanûnî de bi dawî nebûn, Serokwezîr Reûven Rîvlîn ragihand ku demeke din daye Netanyahû û Gantz. Li gorî daxuyaniya Serokkomariyê ji bo hevdîtinên koalîsyonê heta şeva Çarşemê dem hatiye dayin.
Daxwaza dirêjkirina demê ji Netanyahû û Gantz hat.
Eger li Îsraîlê hikumeta koalîsyonê ava nebe û ji nû ve hilbijartin pêşwext pêk were, hingî wê li cîhanê rekorek heta niha kêm caran hatiye dîtin bê şikandin.