Li Îranê zext jî raperîn jî mezin dibe

Raperîna ku li Îranê li dijî zêdebûna buhayê benzînê dest pê kir her mezin dibe. Zext û êrişên rêveberiyê jî giran dibe. Tê gotin ku herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Îranê piştî ku buhayê benzînê hate zêdekirin li zêdeyî hezar deverên 31 eyaletan xwepêşandanan dest pê kirin û xwepêşandan doh û îşev jî dom kirin.

Piştî ku xetên înternetê ji aliyê rêveberiya Îranê ve ji roja Şemiyê ve hate birîn bi zehmetî agahî ji herêmê tên wergirtin. Li gorî agahiyên bi rê û rêbazên cuda hatin wergirtin doh tevahiya rojê li paytext Tehranê û bajarên Meşed, Şîraz, Esfehan, Ahvaz, Kirmanşa, Îlam, Şehriyar, Mahşehr, Xoremşehr, Geçsaran, Behbehan, Sîrcan, Zahîdan, Zewncan û bajarên rojhilatê Kurdistanê Sine, Merîwan, Bokan, Seqiz û bajarên din xwepêşandanan dom kirin.

GELO SEKVAN Û HELÎKOPTER HATIN BIKARANÎN?

Hêzên ewlekariyê yên Îranê, polîs û hêzên milîs ên nefermî heta niha li deverên xwepêşandan hatin kirin bi fîşekên rastî êriş birin ser xwepêşandêran. Her wiha besîcan jî bi wesayitan bi ser xwepêşandêran ve ajotin. Ji ber van êrişan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di xwepêşandanên doh de îdîayeke giran hate gotin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin doh li Şîrazê ji bo dest li xwepêşandêran werdin sekvan li avahiyên bilind hatin bicihkirin. Hate ragihandin ku sekvanan fîşek berdane xwepêşandêran û li hin ji wan xistine, lê tevî vê yekê jî xwepêşandanê dom kiriye. Hate gotin ku li Zahîdanê jî ji bo dest li xwepêşandanê werde helîkopter hatiye bikaranîn û ji helîkopteran fîşek li xwepêşandêran hatine reşandin.

DAXUYANIYA RÊXISTINA EFÛYÊ

Rayedarên Îranî dibêjin ku heta niha di xwepêşandanan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 3 ji wan polîs in. Lê belê çavkaniyên cuda hejmareke cuda der barê kuştî û birîndaran de radigihînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li 21 bajar û navendan 106 kes hatine kuştin. Tê gotin ku gelek kes birîndar bûne û zêdeyî 1000 kes hatine destgîrkirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bajarên ku xwepêşandêr lê hatine kuştin wiha ne:

 "Abadan, eyaleta Khuzestan: 2, Ahvaz, Eyaleta Huzistan: 2, Bandar-e Mahshahr û banliyoyên wê, bajarê Khuzestan: 14, Behbahan, eyaleta Huzistan: 8, Bokan, eyaleta Azerbaycan a Rojava: 4, Boumehen, eyaleta Tahran: 2, Esfahan, eyaleta Esfahan: 1, İslamşehr, eyaleta Tahran: 1, Ciwanro, eyaleta Kermaşan: 14, Kerec, eyaleta Alborz: 4, Kırmanşa, eyaleta Kırmanşa: 16, Khoramshahr, eyaleta Khorramshahr: 3, Merîwan, eyaleta Sine: 9, Ramhormoz, eyaleta Huzistan: 6, Robatkarim, eyaleta Tahran: 4, Sadra, eyaleta Fars: 6, Sine, eyaleta Kurdistan: 1, Shahriyar, eyaleta Tahran: 1, Şiraz, eyaleta Fars: 6, Sirjan, eyaleta Kirman: 1, Tahran, eyaleta Tahran: 1."