Li Îranê û Rojhilat pêla grevê

Mamoste, ajokarên qemyonan, esnaf û girtiyan ji ber sedema sedemên pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên Îranê biryar li ser grêvê dan.

Problemên aborî û civakî yên ji ber rêvebriyê her ku diçe giran dibin. Bertîlxwerî û bêkarî zêde bû.
Piştî esnaf û têciran niha jî mamosteyan dest bi grêvê kir. Gelek bajarên Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan ragihandin wan grêva ji bo du roja dane destpêkirin. Çalakiya boykotê vê Yekşemê dest pê kir.

LI GELEK BAJARAN TÊCIR Û ESNAFAN GRÊV KIRIBÛN

Beriya bi çandekê li Îranê û Rojhilat têcir û esnafan kargehên xwe girtin û çalakiya protestoyê kiribûn.
 8'ê Cotmehê li Tehranê li bazarên mezin û li bajarên dî jî cihê bazarê hatin girtin. Hêzên dewletê beriya çalakiyê bi rojan zext û zordarî krin lê kesî guh neda wan. Li Tehranê bazarên xaliyan û xişran, navendên kirîn û firotinê yên li rojavayê welêt û mexazeyên li kuçeya Kargarê mexazeyên xwe girtin.
Li gelek bajaran ên wekî Meşed, Tebrîz, Kirmanşan, Sîne, Zahedan, Urmiye, Kerec, Gorgan, Zencan, Arak, Bane, Mêrîvan, Saqiz, Pave û hwd. dirabe nehatin vekirin.


Bi çalakiyan zextên rejîmê, bilindbûna bihayê mal, enflasyon, resesyon û hejarî têne şermezarkirin.

BI HEZARAN AJOKARÊN QEMYONAN KETIN GRÊVÊ

Ajokarên qemyon û TIR'an jî dest bi grêvê kirin.  Ji Îlonê ve bi hezaran ajokarên wesayitên giran, li gel zexta rejîmê jî grêva xwe domandin. Gelek kesên ku grêv dikirin hatin destgîrkirin. Grêv li tevahiya welêt belav bû, li gorî jêderên muxalîf çalakiya grêvê li 31 eyaletî û li 310 bajarî belav bû.


Li gorî ajansa nûçeyan a  Farsê ji 6'ê Cotmehê ve 35 ajokar hatin destgîrkirin, berpirsê polîsan ê eyaleta Horazan Razavî li Horosan, Îzeh û Hamedanê 77 kes hatin destgîrkirin.

LI URMIYÊ GIRTIYAN JÎ DEST BI GRÊVÊ KIRIN

Helwest ne tenê li derve xwe diyar dike. Li girtîgehan helwesta li dijî şertên nebaş û bêdadiyê berbiçav bû.  Li Rojhilatê Kurditanê, li Uramiyê 700 girtî li dijî kirinên dermirovî dest bi grêvê kirin. Grêv, Çarşemê piştî xwekuştina girtiyekî dest pê kir. Girtiyekî bi navê Muhammed Ahupa, ku  ji ber sûcdariyên madeyên hişbirê 25 sal ceza lêh hatiye birîn, ji ber ku nehiştin ku malbata xwe bibîne, xwe kuşt.