Li Îranê helîkopter ket, 5 kes mirin

Li herêma bi daristan a ku 380 km dikeve başûrê Tehranê helîkoptera ku diçû alîkariyê beriya bigihîje hedefa xwe ket xwar û 5 kes mirin.

Li gorî çapemeniya Îranê helîkopter ji bo alîkariya jina du canî ya 26 salî hatibû şandin.

Şefê serwîsa Rewşên Lezgîn ê Netewî Huseyîn Kûlîvad ji televîzyona dewletê re axivî û ragihand ku beriya ku helîkopter bigihîje herêma jina ciwan lê qeza kir, 3 murettebat û 2 endamên tîma alîkariyê mirine.

Hate ragihandin ku qeza li herêma Sarteşnîz a 380 kîlomtre dikeve başûrê Tehranê pêk hatiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrna yê helîkopter li antena telekomunîkasyonê qelibiye.