Li Îranê di nava 2 mehan de 525 kes ji ber alkola sexte mirin

Li gorî berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ji 20 Sibatê heta niha 5 hezar û 11 kes ji ber vexwarina alkola sexte jehrî bûne ku ji wan 525 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Îranê Kiyanûş Cehanpûr duh bi daxuyaniyekê da zanîn ku di nava du mehên bihorî de 525 kesan ji ber vexwarina alkola sexte, piştî rakirine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Kiyanûş Cehanpûr di civîna çapemeniyê de anî ziman: “Ji 20’ê Sibatê heta niha 5 hezar û 11 kes ji ber vexwarina elkola sexte jehrî bûne û ji wan 525 kesan jiyana xwe ji dest dane."

Cehanpûr got: “Vê gavê 229 kesên alkola sexte vexwarine di beşa normal û 47 kes jî di beşa krîtîk a nexweşxaneyan de tedavî dibînin."

Cehanpûr her wiha diyar kir ku di wê demê de 95 kes jî yan kor bûne yan jî pirsgirêka dîtinê bi wan re çêbûye û 405 kes jî diyalîz bûne.

Rêveberê Nexweşxaneya lezgîn a bajarê Farsê Mihemed Cevad Muradiyan jî di wê derbarê de got: "Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê tenê di wê bajarê de 98 kes ji ber vexwarina elkola sexte jiyana xwe ji dest dane."

Serokê Îdareya Pêşîlêgirtin û Kêmkirina Xesarên Mezaxtina Madeyên Hişber û Alkolê ya Wezareta Tendirustiyê ya Îranê Îbrahîm Qudûsî jî li ser wê mijarê eşkere kir ku hindek kesên berjewendîxwaz bi suîstîmalkirina hewcedariya gel, madeya whitex tevlî alkolên pîşeyî (nayên vexwarin) rengê wê diguherînin û wek alkolê bijîşkî lê dikin û difroşin bazarê; ku ev yek bûye sedemê zêdebûna rêjeya jehrî ketinê ya ji ber vexwarina alkolê.