Li Îranê çalakiyên protestoyê berbeval dibin

Li bajarê Îsfehan yê Îranê çalakiyên ku  li dijî rewşa giran a jiyanê, gendelî û qûtbûna ceyran û avê dest pê kirin, her ku diçe berbelav dibe.

Xwepêşandanên li Îsfehanê destpêkirî belavî bajarên din jî bûn. Gel zextên rejîmê, rewşa giran a jiyanê, qûtbûna av û ceyranê protesto dikin.

Xwepêşandên ji aliyê esnafan destpêkirî, ajokarên wesayîtan û karker jî piştgiriyê dikin.

Pêşengê xwepêşandanên li Îranê  jin in. Diyar bû li Kerecê piştî çalakiyên protestoyê pasdarên Îranê qedexeya derketina derve îlan kirine. Li aliyê din hate diyar kirin ku di çalakiyan de 20 çalakger hatine destgîrkirin.