Li Îranê 1044 santrîfuj dixebitin

Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ragihand, ku li gorî biryara Tehranê ya ji bo rawestandina xalên peymana nukleerî, 1044 santrîfujên li febrîqeya Fordo di halê hazir de dixebitin.

Rejîma Îranê di çarçoveya peymana nukleerî de ya sala 2015'an li Viyanayê hate îmzekirin, soz dabû ku karên dewlemendkirina ûranyûmê ya li febrîeqya Fordo ya li bajarê Kûmê bi temamî rawestîne. Peymana Viyanayê, di berdêla rakirina pêkanînan de ji bo bisînorkirina bernameya nukleerî hatibû çêkirin.

Lê belê piştî ku DYE'yê di Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerî vekişand û ji nû ve pêkanîn ferz kir, piştî salekê di Gulana 2019'an de Îranê jî biryar da ku hin sozên dane rawestîne.

Rêveberiya Tehranê dest bi qonaxa çaremîn a vê pêvajoya rawestandina sozên hatin dayin dest pê kir û li febrîqeya Fordoyê ji nû ve dest bi karê dewlemendkirina ûranyûmê kir. Ev biryar bûbû sedema nerazîbûna Fransa, Elmanya, Qraliyeta Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ku aliyên peymanê ne.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salihî ji ajansa fermî ya parlamentê Icana re axivî û got, "Di halê hazir de li Fordoyê 1044 santrîfuj tên dewlemendkirin."

Salihî got, "Ji bo 1044 makîne neyên dewlemendkirin me soz dabûn, lê belê ev yek di çarçoveya bêhukmî û pêwîstiyên me de pêk hat." Salihî destnîşan kir ku Îran ûranyûma dewlemendkirî dike stok.