Li Îngilîstanê hilbijêr îro dengê xwe didin

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên li Îngilîstanê, bi mîlyonan hilbijêrên li Îngilîstanê îro diçin ser sindoqan.

46.9 mîlyon dengdêrên li Îngilîstanê, ji bo 650 parlamenteran hilbijêrin wê îro li 40 hezar navendan dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên dawî de, Partiya Mûxafazakar 331 ji 650 kursiyên li parlamentê bi dest xistibû. Partiya Karker jî 232 kursî wergirtibû û bûbû partiya duyemîn. Ji bo partiyek li parlamentê serdest be, pêwîste 326 kursiyan bi dest bixe.

Çav li rê ye, encamên destpêkê yên hilbijartinê nîvê şevê bên û encamên dawî jî di êvara Înê de eşkere bibin.