BI DÎMEN

‘Li Îmraliyê di her warî de bêhiqûqî heye’

Parêzer Etîenne Lesage diyar kir ku tecrîda Îmraliyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got: “Tecrîd şêwazê mirina demdirêj e. Hemû dewletên ku tecrîdê pêk tînin, divê ji ber sûcê êşkenceyê bên darizandin.”

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Zêdeyî 3 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku zêdeyî 25 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Mafê Abdullah Ocalan ê hevdîtina bi parêzer û malbatan re bi temamî hatiye desteserkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa (CPT) ku yekane rayeya çûyîna Îmraliyê di destê xwe de digire, bi helwesta xwe dibe sedem ku tecrîda Îmraliyê hîn kûrtir bibe.

Li dijî van hemû bêhiqûqiyan 10’ê Cotmehê pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li seranserê cîhanê hate destpêkirin. Pêngav di qonaxa xwe ya 2’yemîn de belav dibe û dewam dike. Beşên civakî yên cuda ku nerazîbûn nîşanî tecrîda Îmraliyê dane, destnîşan dikin ku divê azadiya Ocalan mîsoger bibe.

Alîkarê Serokatiya Giştî ya Parêzerên Sînornenas, ji Parêzerên Baroya Parîsê Etîenne Lesage têkildara asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

‘TIRKIYE DIVÊ JI BER SÛCÊ ÊŞKENCEYÊ WERE DARIZANDIN’

Parêzer Etîenne Lesage diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, dermirovî ye û got: “Ev tecrîd li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Tirkiyeyê ev peyman hem îmze kiriye, hem jî ew bi xwe welatekî endamê Konseya Ewropayê ye. Lewma ev pratîka Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina vê peymanê. Hemû dewletên ku tecrîdê li ser girtiyan pêk tînin, divê ji ber sûcên êşkence û hovîtiyê bên darizandin ku ev tecrîd cûrekî êşkenceyê ye.”

‘DIVÊ EDALETA NAVNETEWEYÎ HELWEST NÎŞAN BIDE’

Parêzer Etîenne Lesage anî ziman ku dewleta Tirk bi pêkanînên xwe yên li hemberî Abdullah Ocalan, di heman demê de hiqûqa navneteweyî jî binpê dike û got: “Edaleta navneteweyî divê bêyî ku rû bi rûyê zexteke dîplomatîk bimîne, vê binpêkirinê bîne ziman û bi bîr bixe. Ev girtîbûna Abdullah Ocalan û ev tecrîd dermirovî ye û muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike. Ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî weke êşkenceyê ye. Divê were gotin û bîrxistin.”

Parêzer Etîenne Lesage helwesta CPT’ê jî ya ji bo Îmraliyê nirxand û ev bang kir: “Helwesta CPT’ê ya ji bo Îmraliyê xumamî ye. Ji ber têkîliyên dîplomatîk, bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê jî fikar dide mirov. Lewma divê hemû parêzerên welatên Ewropayê rêz nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin û wezîfeya xwe bînin bîra xwe.”

Lesage ragihand ku girtîbûna Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in dewam dike, ji aliyê hiqûqî ve nayê qebûlkirin û ev tişt bilêv kir: “Azadiya Abdullah Ocalan girîng e, ji ber ku nabe mirovek zêdeyî 25 salan û di bin şert û mercên giran de li girtîgehê bê ragirtin. Girtîbûneke bêwate ya demdirêj demirovî ye, muameleyeke ku rûmeta mirov binpê dike û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

‘GIRTÎBÛNA DEMDIRÊJ ŞÊWAZEKÎ MIRINÊ YE’

Parêzerê Etîenne Lesage destnîşan kir ku divê mafê hêviyê yê her girtiyekê hebe û ev tişt got: “Di peyman û pratîkên Ewropayê de, girtîbûna demdirêj a bêwate nîne. Girtîbûna demdirêj mîna cezayê mirinê û weke pêkanîneke ku rûmeta mirov binpê dike, tê dîtin. Ev rewş şêwazekî mirina demdirêj e ku mafê hêviyê nade girtî. Perspektîfa girtîbûneke ku mafê hêviyê nas nake, li dijî peymanên navneteweyî ye.”