Li Çînê ji ber teqîna li febrîqeya kîmyewî 47 kes mirin

Li rojhilatê Çînê li febrîqeyeke kîmyewî teqînek çêbû. Hate ragihandin herî kêm 47 kes mirine, 90 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Li febrîqeyeke madeyên kîmyewî lê bûn ku bi 260 kîlometreyî dûrî bajarê Şangayê ye, teqînek pêk hat.

Teqîna ku roja Pêncşemê rû da weke yek ji teqînên herî giran ên salên dawî tê dîtin. Li gorî medya Çînê herî kêm 47 kes mirine, 90 kes jî bi giranî birîndar bûne. Tê gotin dibe ku bîlanço girantir bibe. Bi giştî zêdeyî 600 kesî tedawî dîtin.

Teqîn li gorî dema herêmê saet 14:48'an li şîrketa Tianjiayi Chemical a li taxa Yancheng a li eyaleta Jiangsuyê pêk hat. Ji ber jehra ji febrîqeyê belav bû zêdeyî 3 hezar kes ji herêmê hatin derxistin. Ji ber rîska jehrê, karê alîkariyê jî bi zehmetî tê kirin.

Serokkomar Şî Cînpîng ku li Îtalyayê ye di dema serdana xwe de bang kir, ji bo derxistina karkerên febrîqeyê yên li binê xirbeyan bi her awayî kar bê kirin. Li şîrketa ku sala 2007'an ava bû 795 xebatkar hebûn.

Li ser sedema teqînê lêpirsînê dest pê kir.

Li Çînê di serî de li sektora pîşesaziyê teqînên bi vî rengî gelek caran rû didin. Meha Mijdarê ji ber jiberçûna gazê li Zhangjiakou ya li bakurê Çînê teqînek pêk hatibû, herî kêm 23 kes miribûn.

Bîlançoya herî giran jî sala 2015'an li bajarê Tianjinê di qezaya pîşesaziyê de derketibû holê. Ji ber teqîna li depoya madeyên kîmyewî 165 kes miribûn.