Li Çarçella çalakiya sekvanî, li Xakûrkê jî şer dijwar e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li devera Çarçella ya Herêma Zagrosê çalakiyeke ya sekvaniyê kirine û leşkerek ‘ceza’ kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û operasyonên dagirker ên Tirk ev agahî parve kir:

LI XAKÛRKÊ ŞER DIJWAR E

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 27’ê Hezîranê li devera Çarçella ya Herêma Zagorosê li dijî artêşa TC çalakiyeke ya sekvaniyê kiriye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye cezakirin.

1’ê Tîrmehê saet 10:30’î li devera Ermûş a girêdayî Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên me û dagirkerên TC’ê de şerekî dijwar qewimiye. Di vî şerî de gelek leşkerên Tirk hatine cezakirin, droneke ya dagirkeran jî hatiye xistin. Hevrêyên me Masîro û Şaho yên bi lehengî heta guleya dawî li dijî dagirkeran şer kirin, şehîd bûne.

LI DERSIMÊ OPERASYON DAGIRKERIYÊ DIDOME

24’ê Hezîranê artêşa TC’ê li devera Neynika ya Herêma Pûlûr a Dersimê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiriye. Artêşa TC’ê bi balafirên şer û helîkopteran qad bombe kiriye. Dagirkerên ku piştî bomberdûmanê leşker li herêmê danî di navbera wan û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de 3 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûne. Operasyona li qadê hê jî didome.

ÊRÎŞÊN ESMANÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bê navber dewam dike, di vê çarçoveyê de;

2’yê Tîrmehê saet 20:00’ê balafirên şer devera Bektora ya herêma Heftanînê û Girê Şehîd Zinar bombe kirine.

3’yê Tîrmehê balafirên şer saet 10:30’î dever Kurojero ya Herêma Zapê, saet 17:00’an jî devera Şikefta Birîndaran bombe kiriye.”