La Croîx: Kilîda hilbijartinê di destê dengdêrên Kurd de ne

Rojnameya Faransî La Croîx, diyar kir ku li Tirkiyeyê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bo AKP bi piranî biçe meclîsê, wê rola dengdêrên Kurd diyarker be.

 Li gorî nûçeya bi îmzeya Alexandre Bîllette ê li Amedê, çavdêriyên xwe ragihandiye. Di nûçeya bi sernavê ‘Kilîda hilbijartinê di destê dengdêrên Kurd de ne’ cih hatiye dayîna gotinên esnaf, siyasetmedar û akademîsyenan.

Di rojnameyê de wezîfedarkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Amedê bibîr dixe û diyar kir ku piştî hatina qeyûm û şûnde li ser buceyê nakokî derketine, xebatên şaredariyê mîna berê nayên destgirin.

Dixtorê sosyolojiya siyasteê Cûma Çîçek ê ji rojnameyê re axivî got: “Piştî wezîfedarkirina qeyûman û şûnde êdî gel bê bawer nêzî AKP’ê dibe.” Çîçek bi dewam got: “AKP, di warê çareseriya pirsa Kurd de baweriya gel winda kiriye.”

Çîçek bibîr xist ku ji ber zext û zordariyê, qadên siyasî yên li herêmê belav bûye û got: “Ez dikarim bêjim hatiye asta hilweşandinê.”

Rojnameyê zext û asteniyên li pêşiya HDP’ê têkirin jî bibîr xist û bal kişand ku namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê vê partiyê li girtîgehê kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibe.

La Croîx got: “Ji bo HDP derbasî meclîsê bibe divê benda ji sedî 10 derbas bike. Pirsgirêk mezin e; eger ku ev partî negihêje armancên xwe, AKP dikare kursiyên li herêmê hemû bibe.”

La Croîx destnîşan kir ku hemû partî di ferqa vê yekê de ne û Parlementerê HDP’ê Ziya Pîr jî wiha got: “Walî û hêzên ewlekariyê yên ku qanûnê tine dihesibînin, gelek tişt qedexe kirine. Dixwazin em destûrê ji wan bigirin, polîtîkaya şikandinê li ser me didin ferzkirin. Bi destûra nû ya hilbijartinê deriyê hîleyên nû vedike.

Rojnameyê bal kişand ser fikarên hemû partîiyên muxalefet a têkildarî hîleyên di hilbijartinê de bê kirin.