KURDÎ-DER: Çapemeniya Kurd rûmeta kurdane

KURDÎ-DER: Çapemeniya Kurd rûmeta kurdane

KURDÎ-DER’ê bertekek hişk nîşanî betalkirina lîsansa ROJ, Nûçe û MMC TV kir û bigotina “Çapemaniya Kurd rûmeta kurdane” biryar şermezarkirin.

Navenda Giştî ya KURDÎ-DER’ê têkildarî betalkirina lîsansên televîzyonên Roj, Nûçe û MMC li ber avahiya komelya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li gel rêveberên KURDÎ-DER’ê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Sebahedîn Gultekîn, biryara Dadgeha Eyaleta Danîmarka ya betalkirina lîsansên televîzyonên Kurdî Roj, Nûçe û MMC şermezar kir û ev tişt gotin: “Mixabin ev hovîtî li pêş çavên hemû cîhanê hate kirin. Kurdan tekoşînekî mînaka wê tuneyî nîşandaye, berxwedana xwe pêşxistiye û di vê oxirê de bedelên mezin dane. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd hebûna xwe, ziman û çanda xwe bi hemû hêzên dagir daye qebûlkirin. Dema ku mijara gotinê dibin Kurd dewletên Ewropa hemû nirxên xwe ên mirovahiyê ji bîr dikin û nirxên demokrasiyê ên xwe bixwe dixin bin lingan. Ji ber berjewendiyên aborî  li hember zilam û pêkûtiya li ser kurdan bêdeng dimînin.”

Gultekîn ku dibêje, “Çapemeniya Kurd rûmeta kurdane” got; “Çapemeniya Kurd, guhê kurdan ê dibihîse û çavê dibîne ye. Em vê êrîşê bitundî şermezar dikin.”