Konseya Ewropayê xwest Siûdî Erebistan têkeve lîsteya reş

Komîsyona Ewropayê pêşniyaz kir ku Siûdî Erebistan jî di nav de bila heft welat têkevin lîsteya reş a Yekîtiya Ewropayê.

Komîsyona Ewropayê bi hinceta ku li dijî fihilkirina pereyan û fînansmana terorîzmê negirtine, pêşniyaz kir ku bila heft welat têkevin lîsteya reş a Yekîtiya Ewropayê. Siûdî Erebistan û Panama jî di nav wan de ye.

Divê Parlementoya Ewropayê û welatên ku endamên vê yekîtiyê jî vêya pesend bikin. Welatên wekî Fransa û Keyîtiya Yekgirtî, ji bo biryara li ser Siûdî Erebistanê sar disekinin.

Vê lîsteya ku ji Pêşîlêgirtina Fihilkirina Pereyan ji aliyê welatên G7 hatibû avakirin. Di lîsteyê de Îran, Iraq, Sûriye, Efganistan û Yemen jî di nav de 16 welat hene. Heke welatên nû werin qebûlkirin, ew ê ev lîste ji 23 welatan pêk were.