Kongreya DYE’yê piştgirî da xwepêşandanên li hemberî Çînê
Kongreya DYE’yê pêşnûmaya biryarekê qebûl kir a ku piştgiriyê dide xwepêşanderên li Hong Kongê. Ev xwepêşander rêveberiya Pekînê protesto dikin.
Kongreya DYE’yê pêşnûmaya biryarekê qebûl kir a ku piştgiriyê dide xwepêşanderên li Hong Kongê. Ev xwepêşander rêveberiya Pekînê protesto dikin.
Li Hong Kongê li dijî rêveberiya Komara Gel a Çînê xwepêşandan didome. Kongreya DYE’yê biryara piştgiriyê da xwepêşanderan. Vê biryara Kongreyê li Meclîsa Nûneran jî bêyî nîqaş hate qebûlkirin. Di dengdanê de 417 dengên ‘Erê’ û bi tenê dengekî ‘Na’ hate dayin.
Kongreyê biryar da ku ew bombeyên rondikrêj, guleyên naylon û tiştên din jî nefiroşin polîsên Hong Kongê.
ÇÎNÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Çînê Geng Shûang diyar kir ku DYE li Hong Kongê dixwaze aloziyan ava bike û piştgiriyê dide komên li dijî Çînê.
Ev serê çend mehan e ku li Hong Kongê li dijî Çînê xwepêşandanên tund çêdibin. Hong Kong ji bacên gumrikê yên li hemberî Çînê ya ku DYE xistiye meriyetê jî mûaf e.