Konferansa li ser Lîbyayê bi dawî bû
Li Berlîna Elmanyayê li ser Lîbyayê konferansek hatibû lidarxistin. Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin ku rêz ji agirbest û ambargoyê were nîşandan.
Li Berlîna Elmanyayê li ser Lîbyayê konferansek hatibû lidarxistin. Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin ku rêz ji agirbest û ambargoyê were nîşandan.
ji bo li Lîbyayê agirbest û pêvajoya siyasî were destpêkirin, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, konferansek hate lidarxistin.
Serokwezîra Elmanyayê encamnameya konferansê eşkere kir. Merkel got ku “Divê rêz ji agirbest û ambargoyê were nîşandan. Girîng bû ku Sarrac û Hafter li vir in. Ji bo komîteyeke leşkerî nav hatin dayin.”
Hate diyarkirin ku Hafter û Harrac di odeyekê de nehatine ba hev.
Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson got ku “Em a niha bi şerekî wekaletê re diştexilin. Li aliyekî Rûsya û Misir û li aliyê din jî Tirkiye û yên din hene. Gelê Lîbyayê êşeke mezin kişand.”
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî ji Tirkiyeyê xwest bila cîhadîstên li Sûriyeyê neşîne Lîbyayê.