Komalên Ciwan şervan Bawer Agir bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Ciwan şervan Bawer Agir bi bîr anî ku di Cotmeha 2019'an de li Girê Spî şehîd bû.

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî Bawer Agir ê ku di 19'ê Cotmehê de li Girê Spî şehîd bû bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî dewleta Tirk a qirker faşîst têkoşîneke berxwedanê ya topyekûn tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyê me Bawer Agir li refên herî pêş ên vê berxwedana rûmetê cih girt û bû sembola xeta berxedanê ya fedayî. Bi rengekî lehengî têkoşiya û di 18'ê Cotmeha 2019'an de tevlî karwanê şehîdên berxwedana Girê Spî bû."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hevrêyê wan Bawer ku li Bakurê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan di sala 2012'an de dema ku li zanîngehê dixwend biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Bawer ku demeke dirêj li nava têkoşîna ciwanan xebitî, mîna derwîşekî bi wezîfeyên şoreşgerî tevgeriya, kar kir û bi ked, bawerî, fedakarî û dilnizmiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re."

Koordînasyona Komalên Ciwan ragihand ku hevrêyê wan Bawer li sê parçeyên Kurdistanê karê şoreşgerî kir û li her devera ku lê ma têkiliyeke xurt  bi gel re anî, di xurtkirina rastiya gel ê şoreşger de bû xwedî kedeke mezin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gel taybetmendiyen xwe yên pêşengiyê yên xwezayî, hevrê Bawer cihê xwe di nava rêveberiya Komalên Ciwan de jî girt. Di her serdemê de ku tevgera ciwanên Apoyî bi rola pêşengiyê tevgeriya hevrê Bawer jî li refên pêş cih girt. Bi îradeyeke xurt tevlî kar û wezîfeyên zehmet bû. Bi taybetî ji bo derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker faşîst bixe gelekî hewl da."

Komalên Ciwan di serî de malbata Bawer Agirî ji tevahiya gelê Kurdistanê û ciwanan re sersaxî xwest û di şexsê Bawer de şehîdên Kurdistanê hemû bi rêzdarî bi bîr anî.

Bang li ciwanên Kurdistanê hate kirin ku berê xwe bidin çiyayên azad û ji bo Kurdisdtanê li dewleta Tirk tengav bikin berxwedanê geş bikin.