Kirîza Rojav-Rûsya: 60 dîplomatên DYA’yê wê bên dersinor kirin

Li hemberî biryara welatên rojava ya dersînorkirina bi sedan dîplomatan, Rûsya ragihand ku bi heman awayî wê bi dehan dîplomatên DYA’yê dersînor bikin, herî kêm wê nûnertiyeke wan jî bigirin.

Kirîza ku li ser jehrdana sîxûrê bi navê Sergey Skrîpal ê di navbera Rûsya û Îngîlter, DYA û gelek welatên rojava jî di nav de derketî dewam dike.

Bersiva li hemberî biryara 15 welatan ku DYA jî di nav de ya li ser dersînorkirina dîplomatên Rûs her çendî direng jî ma, lê hate dayîn. Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov, ragihand ku wê 60 dîplomatên Amerîkî dersînor bikin.

Lavrov destnîşan kir, sefaretxaneya DYA ya li Saînt Petersbûrgê jî wê bê girtin. Lavrov diyar kir li hemberî biryara DYA’yê ya dersinorkirina dîplomatên Rûs, di heman hejmarê de wê dîplomatên Amerîka dersinor bikîn û sefaretxaneya DYA a li Saînt Petesbûrgê jî betal bikin.

Ajanê Rûsya yê berê Sergey Skrîpal ê ku di 4’ê Adarê li bajarê Salîsbûry ê Îngîltereyê li gel keça xwe hatibû jehirkirin, rêveberên Rûsyayê berpirs hatibûn nîşandan. Rusya jî vê îdîayê red dike.