Keştiya Tirk a li rojhilatê Derya Spî vekişiya

Dewleta Tirk keştiya xwe ya 'Orûç Reîs' ku 10'ê Tebaxê ji bo karên lêgerîna li gazê bi rengekî neqanûnî şand rojhilatê Derya Spî, vekişand.

Piştî ku li rojhilatê Derya Spî salên dawî rezervên girîng ên gazê hatin tespîtkirin, Tirkiyeyê li qadeke navbera Yewnanistan û Qibrisê dest bi lêgerîna li gazê kir. Vê yekê aloziya li herêmê zêde kir.

Dema wezîfeyê ya keştiya bi navê 'Orûç Reîs' ku 10'ê Tebaxê ber bi herêmê ve hate şandin, ji bo sê caran hate dirêjkirin. Lê belê roja Şemiyê vegeriya Antalyayê. Aliyê Tirk îdîa kir ku ji bo 'şensê bide dîplomasiyê' keştî vegerandine.

NATO'yê jî ragihand ku aliyan ji bo fîloyên wan ên li rojhilatê Derya Spî tevlî qezayeke gengaz nebin, "danûstandinên teknîkî" qebûl kirine, lê belê rêveberiya Atînayê ev îdîa red kir.

Li hemberî vê yekê Wezareta Parastinê ya Tirk îdîa kir ku roja Pêncşemê hevdîtinên bi Yewnanistanê re li biryargeha NATO'yê ya li Brukselê di navbera heyetên leşkerî de hatine kirin.

Aliyê Tirk beriya niha gelek caran ragihandibû ku ew amade ne bêşert tevlî hevdîtinan bibin, Yewnanistanê jî ragihandibû ku piştî Enqereyê dawî li gefên xwe anî hingî dikarin dest bi hevdîtinan bikin.

Berdevkê hikumetê Stellîos Petsas roja Yekşemê ji Skaî TV a Yewnan re axivî û diyar kir ku vekişîna keştiya Tirk erênî ye û got, "Em vê yekê not dikin û rewşê dişopînin."

Keştiya Tirk piştî civîna heft welatên li Derya Spî pêk hat, ku welatên bi pêşengiya Fransayê li hev civiyan bang li Tirkiyeyê kiribû ku karên xwe yên yekalî yên li Derya Spî bi dawî bike. Di rewşeke berevajî de hişyarî dabûn ku wê li dijî Tirkiyeyê tedbîrên nû werbigirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo jî roja Şemiyê serdana Qibrisê kir û ji ber karên dewleta Tirk ên li rojhilatê Derya Spî ragihandibû ku ew bi 'fikareke kûr' in.