Kateşîzma Katolîk: Cezayê darvekirinê 'nayê qebûlkirin'

Lîderê cîhana Katolîk Petrîk Fransîscûs, li Kateşîzma Dêra Katolîk zêde kir ku cezayê darvekirinê nayê qebûlkirin.

Petrîk Fransîscûs muxalefeta li cezayê darvekirinê bi fermî li Kateşîzma Dêra Katolîk zêde kir.

Lîderê cihana Xiristiyan Petrik xwest ku dêr ji niha û şûn de bi rengekî biryardar li dijî cezayê darvekirinê be. Hate nirxandin ku cezayê darvekirinê ji niha û pê de li hemû cîhanê ‘neyê qebûlkirin’’.

Di guhartoya 1992’yan de kateşîzm ku bawerî, çand û nerîna katolîk digot li bara darvekirinê pir xweşbîn bû.

Petrikê Arjantînî ku li ser mijara entegrasyona wan a bi civakê rer tim girtî û parêzerên wan ziyaret dikir, ji bo înfazekê got, ‘’dadê nadin qurbanan lê tolhildanê geş dike’’.

Petrik Îlona 2015’an li ber Kongreya Amerîkayê gotibû, ‘’di hemû qonaxan de divê jiyana însên were parastin’’.

Petrikê beriya wî Jean Paulê II. 1999’an dema ku serdana DYA’yê kirî bi vê wesîleyê xwestibû ku cezayê darvekirinê were rakirin.

Petrik Francîscus Cotmehê Cotmehê dema ku xwest derbarê darvekirinê li kateşîzmê nû were nivîsîn, qebûl kiribû ku Dêra Katolîk bi sedan salan serî ‘’li vê prat^ka radîkal û dijmirovî daye’’.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di raporê de gotibû 2017’an li 53 welatan 2.591 kes cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û ji van ji 1.000’î zêdetir hatine darvekirin. Di nav van de Çîn nîn e, ku cezayê darvekirinê dane bi hezaran kesî. Çîn bi fermî derbarê darvekirinê agahiyan par ve nake. Ji 3 paran 2 jê yê welatên cîhanê cezayê darvekirinê ji hêla hiqûqî yan jî pratîkî rakirine.

Di guhartoya Fransî ya Kateşîzmê de tê gotin dêr li ser darvekirinê wê bibêje, ‘’tevdîreke dermirovî ye ku rûmeta mirov diêşîne’’, di guhartoyên Italî, Ingilîzî, Elmanî, Spanyolî, Portekîzî de jî tê gotin, ‘’tevdîreke ku nayê qebûlkirin.’’