Katalonya diyalogê û Spanya jî lihevnekirinê dixwaze

Serokê hikûmeta herêmî ya Katalonyayê Carles Puîgdemont berevajî ya ku dihate payin serxwebûn ranegihand û banga çareseriya bi aştî kir.

Dihate payin ku encama referandûmê ya ku Yekşemê hatibû kirin şevê din ji hêla Serokê Heremê Carles Puîgdemont ve bihata ragihandin. Puîgdemont Sêşemê ji BBC’yê re gotibû 'di nava çend rojan de serxwebûnê ragihînin', ji bo vê jî dihate payin ku şevê din serxwebûnê ragihîne. Tê payin ku ev daxuyanî herî dereng roja Duşemê were kirin.

TI BERSIVEKE ERÊNÎ NESTAND

Puîgdemont li dijî axaftina Kralê Spanyayê Felîpeyê VI. bi sedema ku xîtabî hemû Spanyayê nekiriye xemgîniya xwe diyar kir. Puîgdemont rexne li Kralê Spanyayê anî, bi sedema ku destek daye siyaseta serokwezîr Marîano Rajoy.

Carles Puîgdemon ji bo çareseriyê banga navbeynkariyê kir, lê diyar kir ku heta niha ti bersiveke erênî nestandine.

BANGA ARAMIYÊ

Puîgdemont diyar kir ku wan bi rengekî aştî daxwaza serxwebûnê ya gelê Katalan diyar kirine lê polîsên Spanyayê bi tundî bersiv dane vê. Puîgdemont got, ‘’em aram bin, rehet bin’ û xwest ku pêşî li rageşiya du alî were girtin.

SPANYAYÊ DÎSA RED KIR

Piştî axaftina Puîgdemont hikûmeta Spanyayê bi daxuyaniya xwe dîsa derî li diyalogê girt. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê bi wan re rûnenin û xwestin ku Puîgdemont ‘li gorî yasayan biçe’ û ji daxwaza serxwebûnê bi paş ve gav bavêje.

Yekîtiya Ewropa ku Puîgdemont banga navbeynkariyê lê kiribû, ji bo çareseriyê banga diyalogê kir. Alîkarê Serokê Komîsyona YE’yê Fransa Tîmmermans li Strasboûrgê di danişîna PE’yê axivû û xwest ku arîşe ‘li gorî pergala destûrê ya Spanyayê’ were çareserkirin.

Lê Tîmmernans bi zimanekî teqez bersiva na da banga navbeynkariyê ya Katalonyayê.