Karkerên Ryanaîrê li şeş welatan di grevê de ne
Karkerên şîrketa Ryanaîr a rêyên hewayî li şeş welatan dest bi grevê kirin. Hate ragihandin ku nêzî 40 hezar rêwî ji seferên hatine betalkirin bi bandor bûne.
Karkerên şîrketa Ryanaîr a rêyên hewayî li şeş welatan dest bi grevê kirin. Hate ragihandin ku nêzî 40 hezar rêwî ji seferên hatine betalkirin bi bandor bûne.
Karkerên şîrketa Ryanaîr li Elmanya, Belçîka, Îspanya, Îtalya, Hollanda û Portekîzê ji bo 24 setan dest bi grevê kirin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê şîrketê ve hatî kirin, nêzî 250 sefer wê bên betalkirin. Ev jî dibe sedî 10 yê hemû seferên hewayî.
Şîrketa rêya hewayê 20’ê Îlonê civîna desteya giştî li dar xist, Mîchael O'Leary bû midûrê giştî û Davîd Bonderman peywîra serokatiyê girt.
O'Leary serê Îlonê daxuyaniyek dabû û gotibû wê li dijî protestoyên civakî bejna xwe netewîne.
Komîsera Karên Civakî ya Yekîtiya Ewropa Marînane Thyssen kete dewrê û nerazîbûn nîşanî Ryanaîrê da. Thyssen bi Mîcael O’Leary civiya û wiha got; “Hiqûqa Yekîtiya Ewropa ne tişteke ku li ser karkeran were muzakerekriin û ji welat heta welatek din ne tişteke ku were guhertin. Bazara kar ne daristaneke ku bivir lê ne ketibe. Ji bo karê adîl û parastina karkeran rêgez hene.”