Kanadayê Muxafizên Şoreşê yên Îranê xist 'lîsteya rêxistinên terorê'

Kanadayê artêşa Komara Îslamî ya Îranê Muxafizên Şoreşê xist 'lîsteya rêxistinên terorê'

Wezîrê Ewlekariya Cemaweriyê Dominic LeBlanc got, "Hikumeta me biryar da Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îslamî di çarçoveya Qanûna Ceza de bixe lîsteya saziyên terorîst."

Ottawa dibêje Îran 'bêhurmetiyê li mafên mirovan' û 'daxwaza bêaramîkirina pergala navneteweyî' dike.

Muxafizên Şoreşê ji sala 2019'an û vir ve di lîsteya reş a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ye. Bi vê biryarê re Kanada wê êdî karibe malên vê rêxistinê rawestîne û karibe endamên rêxistinê darizîne. Her wiha hemû karên fînansî yên Muxafizên Şoreşê jî hate qedexdekirin.

Hamas, El Qaîde, Hîzbûllah, Talîban, DAÎŞ, Boko Haram û rêxistina neteweperest a tund 'Proud Boys' jî di nav de nêzî 80 sazî di lîsteya reş a Kanadayê de ne. Hêza Qûdsê ku baskê operasyonên derve ya Muxafizên Şoreşê ye ji xwe di vê lîsteyê de bû.