Ji trîlyonan baca hatiye revandin tenê 70 mîlyar hat vegerandin

Li gorî nûçeya rojnameya Joûrnal du Dîmanche ya Fransayê, ku agahiyên xwe dispêre rapora OECD, bi saya 'tedbîrên' li welatên her sal bi sed mîlyaran bacê direvînin, hejmara baca di nava 8 salan de hatiye dayîn tenê 70 mîlyar Euro ye.

Li welatên OECD ku nîvê hêza aboriyê ya cîhanê temsîl dikin, bi qanûnên ji sala 2009'an û vir ve hatine derxistin re, ji 500 hezar kesên divê bacê bidin, bac hatiye standin. Bi saya vê yekê bi qasî 70 mîlyar Euro bac hatiye standin.

Li gorî daneyên OECD, Di nava welatên ku ji 2009'an û vir ve herî zêde bac standiye, Brezîlya bi 14,4 mîlyar Euroyî di rêza yekemîn de cih digire. Piştre bi 8,6 mîlyarî DYA, bi 8,4 mîlyarî Fransa û bi 8 mîlyarî Îtalya tên.

Lê belê li gorî daneyên OECD ev hejmar li gorî hejmara rastî ya baca tê revandin, gelekî biçûk e. Tê texmînkirin ku tenê li Fransayê salane 60 heta 70 mîlyar Euro, li Elmanyayê jî salane heta 100 mîlyar Euro bac tê revandin.